Kiryarên dizîna berhemên Zêtûnan li Efrînê/Rojava berdewame

AFRINPOST

Navenda Efrîn a ragihandinê da xuya kirin ku wan listeyeke dirêj ji kiryarên dizînê belge kirine, ew jî wisa ye:

– Li gundê „Birîmce“ milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ji her malbatekê ku li gund dimîne tenekeyeke rûnê (zêt) zêtûnan û ji malbatên ku ne li gund in û zêtûna wan ji aliyên xêzanên(meriv) wan ve hatibin çinandin 2 tenekan bi geflêxwerina çekî ji distînin.

– Gundê „Rûta“ milîsên îslamî (Semerqend) yên dagîrkeriya Tirkiyê hemû zêtûnên gundiyan ji xwe re çinîn.

– Gundê „Mêrkan/Hisê“ berpirsyarê milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê „Ebû Eslan“ kelûpelên(tiştên malê) gundiyên ku nikarîbûn vegerin malên xwe dizîn û li Niştedagîran (mistewtên) weke xêrxwazî belav dike.

– Gundê „Dargirê“ milîsên îslamî (Elhemzat) yên dagîrkeriya Tirkiyê 600 tenekeyên rûnê zêtûnan bi darê zorê ji gundiyan standin. Herwisa heman çeteyan li xaçeriya gundê Coqê-Dargirê kemînek dadan û hemwelatî „Mistefa Semîr“ ê ji gundê „Dargirê“ girtin, tirimbêla wî û 6000 Dolarê ku pê re bûn bi darê zorê jê sitandin.

Ji aliyekî din ve milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ku „Ebû Emar El-Himsî“ berpirsyariya wan dike 120 darên zêtûnan ên hemwelatî „Henan Igêl“ çinîn.

– Gundê „Xaziyana“ milîsên îslamî (El-Siltan Mihemed El-Fatih) yên dagîrkeriya Tirkiyê nahêlin ku gundî zêtûnên xwe biçinin.

– Gundê „Ereba“ çeteyê milîsên îslamî (El-Siltan Mihemed El-Fatih) „Hisên El-Nimir“ 50 teneke rûnê zêtûnan şelandin û dizîn, herwisa çeteyên heman milîsan 60 darê zêtûnan ê malbata „Bîlal“ birandin.

Çeteyê milîsên îslamî (El-Siltan Mûrad) ku berê çeteyê milîsên îslamî (El-Siltan Mihemed El-Fatih) bû 150 teneke ji gundiyan diziye û li ambarxaneyekê de hilgirtiye da piştre bi buhayekê giran ji xwe re bifroşe.

– Gundê „Kefirşîlê“ çeteyê milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê yê bi navê „Mihtez“ kalemêrên gund dîl girtiye ji ber ku nikarîbûn 800 tenekeyê rûnê zêtûnan bidana. Li gorî çavkaniyên herêmî ku heman çeteyan hinek ji wan kalemêran serbest piştî ku 300 hezar L.S dabûn berdan.

– Li hin gundên navçeya „Şera“ milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi ser malan de digirin û kelûpelên malê ji xwe re dibin, herwisa ji bilî 3 tenekeyên rûnê zêtûnan di malê de nahêlin.

– Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyên pêbawer dupat dikin ku dagîrkeriya Tirkiyê Rûnê Zêtûnan ê ku çete li Efrînê/Rojava didizin bi riya bazirganên Tirk dişîne Awrupa.

Related posts