Bi armanca şantajkirinê ”polîsên leşkerî” 14 Kurd ji gundê Mamila revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî siyaseta tengavkirina Kurdan bi armanca koçberkirin û bidestxistina pereyan li herêma Efrîna dagirkirî dewam dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên ”polîsên leşkerî” roja Sêşemê bi ser malên gundê Mamila yê navçeya Racoyê de girtin û bêtirî (15) welatiyan bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, bin çav kirin.

Welatiyên binçavkirî jî ev in;

1- Ehmed Faris 2- Xelîl Osman 3- Qadir Faris 4- Ehmed Ibrahîm 5- Şukirî Umer 6- Mihemed Beko 7- selah osman 8- Subhî Umer 9- Necîb Kurdî 10- Îbrahîm Hesen 11- Zeredeşt Kurdî 12- Selah Elî 13- Mistefa Îbrahîm 14- Ehmed Betal

Nûçegihan destnîşan kir ku milîsan beramberî berdana wan pere ji malbatên wan 1000 heyanî 2000 lîreyên Turkî li ser her yekî xwestine.

Related posts