Hêjî çarenûsa 3 welatiyên Kurd ên li Efrînê hatine revandin ne diyar e

AFRINPOST-Taybet

Tevî ku demeke dirêj di ser binçavkirina (3) welatiyên Kurd ji aliyê desthilatên dagirkeriya Tirkî ve ji Efrîna dagirkirî, lê hêjî çarenûsa wan kesan ne diyar e.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çarenûsa welatî Hesen El-Casim ji pêkhateya Ereb, ne diyar e ku ew ji beriya bêtirî (7) mehan ve ji mala xwe li taxa Efrîna Kevn hat binçavkirin.

Welatî Casim bavê hemşîre Heyfa El-Casim e ku ew jî ji aliyê milîsên ”El-Hemzat” ve hat girtin û piştî bêtirî (3) salan hat berdan.

Her wiha çarenûsa ciwanê bi navê Mihemed Nûrî jî ku bêtirî (3) salan e ji mala wî li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê  ji aliyê milîsên ”Sultan Mûrad” ve, hat revandin, ne diyar e. Herî dawî nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku ew li zîndana ”Raî” ya bajarê Babê ye.

Xort Elî (24) salî û ji şêniyên gundê Alkana yê navçeya Raco ye.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên ”Sultan Mûrad” bi mebest piştî revandina wî, mala wî desteser kir.

Li aliyekî din jî, welatiya bi navê Arîn Mihemed Dilî Hesen (25) salî ku beriya (7) mehan ve zewicî û ducanîbû hat revandin. Arîn Hesen ji şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê ye. Ew li ba milîsên ”Emin Siyasî” girtî ye û peywendiya malbatê ji wê qut bûye.

Welatî Arîn 12’ê Îlonê 2021 ji aliyê milîsên ”firqeya El-Hemze” ve hat revandin ku ew beriya wê jî meha Sibata 2020 de jî hatibû revandin.

Related posts