Guhertina Dêmografî ketiye Qonaxeke nû û dagîrkeriya Tirkiyê Niştedagîran(mistewtên) weke xelkê Efrînê dinase.

AFRINPOST

Roja sêşemê encûmena (meclîs) dagîrkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava ragihand ku ewan nasnameyên êlêktironîk ji Daniştiyên (xelkê) li Efrînê dimînin re amade kirine.

Li gorî Encûmena dagîrkeriya Tirkiyê ku dezgeha Nifûs û karûbarên ksayetî yê girêdayî wan Nasnameyên êlêktironîk ji hemû kesên ku li navenda Efrînê/Rojava û gundewarên wê ji kurdan û erebên Niştedagîr ên ku li wir dimînin re amade kirin.

Ev pêngava hanê di çarçiveya siyaseta îstêxbarata Tirk (MIT) ji bo guhertina Dêmografîk û wekhevîkirina Efrîniyan û Niştedagîrên Ereb hatiye ragihandin, da di pêşerojê de kes nikaribe bizanibe ka ev erebên Niştedagîr yên hatine Efrînê/Rojava xelkê Efrînê ne yan na û dê di encamê de çi dezgehên navdewletî nikaribe wan vegerîn cihê ku jê hatine.

Ev biryara neberpirsyar a ku Encûmena Dagîrkeriya Tirkiyê standiye û daxwaz ji xelkê dike ku werin Nasnameya xwe werbigirin cihê metirsiyê û bi mebesta windakirina nasnameya kurdî ye.

Li gorî çalakvanan ku divê ev pêngavên wisa werin belge kirin û bo dezgehên navdewletî werin şandin û herwisa divê hemû kes xwedî li nasnameya kurdî yê Efrînê bi berpirsyarî derkeve bi taybetî partî û dezgehên sivîl divê bê deng nemînin.

Related posts