3 mamosteyên jin ên Kurd bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî 17’ê Cotmehê 2021, (3) mamosteyên jin ji şêniyên gundê Birîmce û Eşûnê yên navçeya Mabetayê bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, tevî ku li ser kar bûn, bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên ”polîsên sivîl”  li navenda navçeya Mabetayê bi rêya mixtarên wan gundan, li gundê Birîmce welatiyên jin Mizgîn Mihemed(28) salî û Sozan Fadil(33) salî û li gundê Mist Eşûra jî welatî Eliya Mistefa(27) salî, anîn navenda xwe li bajarokê Mabetayê da ku rewşa wan çareser bikin, lê belê ew bin çav kirin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Related posts