Nîştedagîrên Ereb ên ku malên Efrîniyan dagîr kirine, destdirêjiya darên zêtûnan dikin û ji xwe re dibirin.

AFRINPOST

Rêxistina Mafê mirovan li Efrînê ragihand ku Niştedagîrên Ereb ên ku piraniya wan malbatên çeteyên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ne, li Efrînê/Rojava li gundê „Xirabî Şera“ yê girêdayê navçeya „Şera“ destdirêjiya 15 darên zêtûnan ên gundiyan kirin û ji xwe re birîn.

Heman rêxistinê şeva çarşemê raporek bi nerîna giştî re parve kir û têde anî ziman ku çavkaniyekî hayjêbûyî ji navçeya „Şera“ ragihandiye ku Niştedagîran 15 dar ji zeviya zêtûnan ya raserî gelî ji aliyê rojhelat-başûrê gund ve ku xwediyê wê zeviyê „D. îbrahîm El-Xelîl“ e birîne.

herwisa darên malbata „Xilbaş“ û yên hemweltiyê bi navê „Qedrî Mûsilî“, „Rêzan Bekir“ û „şêx Menan“ ê ji navçeya „Şera“ jî birandine û ji xwe re dizîne.

Related posts