Dagirkeriya Turk 7 welatiyên Kurd li gundê Mamila yê Raco revandin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî sibeha roja Çarşemê bi ser malên welatiyên Kurd li gundê Mamila de girt û 7 welatî bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dewriyeyeke ”polîsên leşkerî” li Raco û milîsên ”Sultan Silêman Mihemed El-Fatih” û ”Lîwa Mutesim” bi ser hejmareke malên gundê Mamila de girt ku ew jî ev in; Mihemed Gulîko, Mihemed Hemlîko, Mistefa Şewqî, Fewzî Hisên Osman, Ehmed Hisên Hemelîko, Mistefa Ehmed Zîbar û Ehmed Heyder

Pêngava binçavkirinê ya nû piştî hefteyekê ji binçavkirina welatiyekî Kurd li gund de tê, milîsên polîsên leşkerî li gel istixbarata Turkî 7’ê Cotmehê 2021 welatî Fewzî Murad Cafer (62) salî bin çav kir û hêjî jî, çarenûsa wî ne diyar e.

Related posts