Termên 10 çekdarên Ixwan Misilmîn ji Lîbyayê gihîştin Efrînê

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Termên 10 çekdarên milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn, ji Lîbiya gihîştin Efrîna dagirkirî.


Li gorî nûçegihanên Afrinpostê yên li navçeyên herêma Efrîna dagirkirî, piştî çend hefteyan ji şandina çekdarên milîsên Îslamî ji Sûriyê bo Lîbiya da ku li gel çekdarên hikûmeta Wîfaqa Lîbî ya Ixwanî bi serkêşiya Fayêz El-Seraj li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter şer bikin, termên 10 çekdarên Ixwan Misilmîn gihîştin Efrînê.


Li bajarê Efrînê, milîsên ” Ehrar El-Şamiyê” roja Şemiyê, cenazeyê çekdarekî xwe ku ji herêma Qelemon a gundewarê Şamê ye û di şerê li paytexta Lîbiya Terablusê de hat kuştin, veşartin.


Her wiha milîsên “Cebhe El-Şamiyê” cenazeyê çekdarekî xwe ku ew jî li Terablusê hatibû kuştin pêşwazî kir û li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê veşartin.
Di roja Çarşemê de, milîsên Sultan Suleyman Şah bi şevê û bi dizîka, termên 4 çekdarên xwe li goristana bajaroka Şiyê veşartin.


Her wiha Afrinpost ji nava çekdaran agahdar bû ku milîsên Lîwa El-Mutesim, Çarşema derbasbûyî, 4 çekdarên xwe yên ku di şerê li Lîbiya de hatin kuştin, li bajarê Mariê veşartin.


Çavkaniyên ragihandinê yên alîgirê Milîsên Îslamî di 5’ê Çileyê de, aşkere kir ku 30 çekdar ji milîsên “Lîwa Sultan Mûrad” li herêma nêzî kolêja leşkerî ya bajarê Terablusa Lîbî hatin kuştin.


Her wiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan agahdar bû ku derdora 260 çekdar ji milîsên Îslamî yê Sûrî ku di nava wan de sermilîsek hebû, şeva 7’ê Çileyê berê xwe dan Lîbiya da ku li kêleka çekdarên Ixwan Misilmîn yên ku bi navê hêzên hikûmeta Wîfaqê tên naskirin, şer bikin.

Post source : Taybet

Related posts