2 welatî ji gundê Kefercenê û Maratê yên gundewarê Efrînê hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî (2) welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Kefercenê û Maratê bi tawana ku berê di dema Rêveberiya Xweser de tevlî nava erka xweparastinê bûbûn, bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên ”polîsên leşkerî” li bajarê Cerablusê yê dagirkirî, ji beriya hefteyekê ve welatiyê bi navê Ferhad Ehmed Hesen (22) salî ji şêniyên gundê Maratê ye, dema ji herêma Kurdistanê vedigerî bajarê Efrînê hat binçavkirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku xort Ferhad piştî binçavkirinê, veguhestin zîndana Maratê ya navendî.

Ji aliyekî din ve, milîsên ”polîsên leşkerî” beriya (2) hefteyan, welatî Xwendevan Elî ji mala wî li gundê Kefercenê yê navçeya Şerayê bi tawana ku berê tevlî nava refên erka xweparastinê bûbû, bin çav kirin û hêjî çarenûsa wî heta roja îro ne diyar e.

Xwendevan piştî binçavkirina birayê wî Yekbûn ku li gel hinek karmendên din di saziya avê ya bendava Meydankê de hat binçavkirin.

Related posts