Li navçeya Raco welatiyekî Kurd ku karmendê saziya avê ya Efrînê ye, bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî Roja Yekşemê, welatiyekî Kurd li navenda navçeya Raco bi tawana têkiliya wî bi Rêveberiya Xweser a berê li herêma Efrînê li bakurê Sûriyê, bin çav kir.

Li gorî nûçegihanê “Afrinpost”, îstîxbarata Tirkî welatiyê bi navê Reşîd Hemo kurê Hesen, ji şêniyên Kumreşê yê navçeya Raco dema ku jimartekên avê li bajarokê li ser daxwaza saziya avê ya bajarê Efrînê pev dixist, bin çav kir.

Beriya derdora mehekê jî, desthilatên dagirkeriyê(11) welatiyên Kurd ku di saziya avê ya meclisa xwecihî de kar dikin, bin çav kirin.

 

Related posts