5 karmendên Kurd di bendava Meydankê de bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser dixebitîn hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê roja Duşemê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî 7’ê Cotmehê 2021, bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, (5) karmendên Kurd ên bendava Meydankê bin çav kirin.

Girêdayî wê nûçegihanê me li bajarê Efrînê yê dagirkirî diyar kir ku karmendên girtî ev in; Yekbûn Elî, Reşîd Dodex, Îmad Cuma, Azad û welatiyekî din. Nûçegihan da zanîn ku dagirkeriyê 8’ê Cotmehê 5 welatî ji wan berdan û hêjî jina bi navê Yekbûn (42) salî ji şêniyên gundê Kefercenê yê navçeya Şera girtî ye.

Desthilatên dagirkeriyê ji beriya derdora mehekê (11) karmend di saziya avê ya meclisa xwecihî de li Raco bin çav kirin.

Related posts