Milîsên ”polîsên leşkerî”erdek li Efrînê desteser kir û li ser dest bi avakirina avaniyekê kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî destdirêjiya li ser mal û milkên şêniyên Efrînê yên koçber û yên li herêmê mayî, dewam dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarê ”polîsên leşkerî” yê bi navê ”Ebû Esed” li dorhêla baxçeyê Eşrefiyê li taxa Eşrefiyê parçeyeke erd bi rûpîvana (200 M2 ) desteser kir. Erdê desteserkirî yê welatiyê Kurd Cuma Mihemed ji şêniyên gundê Qirigolê yê navçeya Bilbilê ye.

Li aliyekî din çekdarên ji bajarokê Heyanê yên girêdayî milîsên ”Lîwa Siqûr El-Şemal”  (600) darên zeytûnê piştî çinînê ji zeviyê welatî Menan Elî ku li Şamê dijî, birîn.

Related posts