؟Çawa çekdar şêniyên Efrînê neçar dikin ku pêşwaziya malbatên niştedagîr di malên xwe de bikin?

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Nûçegihanên Afrinpostê ji agahiyên cuda û teqezkirî, teqez kirin ku milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwqan Misilmîn, bi zanabûn şêniyên Efrînê yên resen neçar dikin ku pêşwaziya malbatên ku ji Idlibê direvin, bikin.


Nûçegihanan destnîşan kirin ku milîs, zorê li şêniyên Efrînê yên resen dikin û bi pirsên derbarê mirovatiyê de wek; Hûn razî dibin ku koçberên Idlibê li çolê bimînin? Hûn razî dibin ku bibêjin şêniyên Efrînê koçber pêşwazî nekirin? Wijdanê we qebûl dike ku koçber li ber sermayê bimînin? Û ji bilî wan ji rê û rêbazên zextê li şêniyên Efrînê dikin û bi vî rengî şêniyan neçar dikin ku koçberên Idlibê di malên xwe pêşwazî bikin.


Welatiyê kurd ê bi navê Ebû Seîd ku ji ber pêwîstiyên ewlehiyê, ne navê wî yê rast e û ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye derbarê vî rêbazî de wiha got:


Ev rêbazê çekdaran, hêzên rêjîma Sûrî dema ku welatî neçarî xizmeta leşkerî ya ihtiyat dikirin û bi rêya pirsên têkildarî welatparêziyê wek; Tu naxwazî xizmeta welatê xwe bikî? bi kar dianîn û wiha dewan kir:


Eger welatî got ew dixwaze xizmet bike, wê demê dê wî kesî bikişînin xizmeta awarte(ihtiyat) û eger got ku ew hez nake ku xizmet bike, dê di cî de wî bigirin û bi mehan zîndan bikin, piştre ji nû ve wî neçarî tevlîbûna nava hêzên ihtîyat bikin.


Heman rêbaz ji aliyê çekdarên Ixwan Misilmîn ve ku bi rêya pirsên derbarê mirovatiyê de lê belê di hundirê wê armancên xirab hene, tê bikaranîn.

Eger te niştedagîr hewandin, dê te aciz bikin da ku te neçar bikin ku tu mala xwe bihêlî û ne bi dilê xwe koçber bibe û eger te daxwaza wan red kir, dê te zîndan bikin û malbata te ji malê biqewtînin û li şûna wan malbatên Idlibê bi cî bikin.


Têkildarî heman mijarî jineke kurd wiha got: Yê ku daxwaza wan bi cî neyne yan ji wan bitirse, çekdar wî ji malê diqewtînin û wiha dewam dike: Xaltîka min ku di heman demê de dayîka hevjînê min e û apê min niha bi tenê li gund dijîn, beriya vê bi demekê çekdar hatin gel wan û ji wan xwestin ku şêniyên Idlibê di mala wan de, pêşwazî bikin û odeyekê bidin wan.


Xaltîka min razî nebû û piştî gelek hewldanan, malbateke Idlibî anîn da ku malê bibîne lê belê odeya ku wan dixwest neket serê wan.


Ji aliyê xwe ve jî Ebû Rêzan ku ne navê wî yê rast e wiha got ku çekdaran ev pirs ji wî pirsî, Hûn razî ne ku koçber di vê zivistanê de derveyî malan bijîn?


Pirsên bi vî rengî dikin û ew bi xwe yên ku şêniyên Efrînê bi darê zorê koçber kirine, ne. Şêniyên Efrînê yên ku bi aştî û ewlehî dijîn dan koçberkirin û niha di kampên li Şehbayê de dimînin. Tevî vê yekê jî ji Efrîniyên mayî re dibêjin ku gerek ew qebûl bikin ku bi wan re malbatên niştedagîr bijîn û bi wan re malê parve bikin.


Di heman demê de, çekdarên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn yên bi navê Ceyş Ekl-Watanî El-Sûrî naskirî ne, xema rewşa koçberên Idlibê naxwin û li beramberî peydakirina malan ji wan re, mehane kiriyê ji wan distînin.

Post source : taybet

Related posts