Bi tawana nobedariyê dagirkeriya Tirkî 3 welatiyên Kurd li navçeya Mabetayê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî (3) welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Emara û Gemrûkê yên navçeya Mabetayê, bi tawana derketina nobedariya hêzên parastina cewherî (HPC) bin çav kirin.

Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku milîsên “polîsên sivîl” li navenda navçeya Mabetayê li gel endamine istixbarata Tirkî, 1’ê Mijdarê 2021 welatiyên bi nav Ebid Qadir Mihemed (56) salî û Bahir Hemze (55) salî ji mala wan li gundêû gemrûkê bi tawana ku berê derdiketin nobedasriyê bin çav kirin û avêtin zîndanê.

Her wiha milîsên “polîsên sivîlÎ li navçeya Mabetayê 25’ê Cotmehê 2021 welatî Teymûr Xelîl ji mala wî li gundê Emara bin çav kir û birin zîndaneke Efrînê.

Related posts