Dizinan sindoqa xêrdayîn ji mizgefteke taxa Zîdiyê ya Efrînê dizî

AFRINPOST-Taybet

Dizinan li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê yê dagirkirî, sindoqa xêrdayînê ji mizgeftê dizî û nehat zanîn ku ew diz kî ne.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku hinek dizan ji beriya derdora du hefteyan sindoqa xêrdayînê li mizgefta ”Şêx Şewax” dizî. Ev care duyemîn e ku dizî ji vê mizgeftê çêdibe ku beriya derdora mehek û nîvê jî dizî pêk hat.

Di çarçoveya diziyê de, niştedagîrinan ji Xûtaya Rojhilat a gundewarê Şamê (2) bisiklêt ji pêşiya navendeke werzîşê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dizîn.

Tevî ku hemû kolanên bajêr bi kamereyan tên şopandin û çavdêrîkirin, lê diziya mal û tiştan dewam dike û desthilatên dagirkeriya Tirkî guh nadin kesên diz an jî li şûna ku wan bin çav bikin, li ser wan digirin ku pirî caran dibêjin ku kamere dema diziyê de naxebitin.

Related posts