Bi wêneyan: Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê zarokên komkujiya Til Rifetê di çilê wan de bi bîr anîn

Şehba
Photo Credit To Taybet

Afrinpost
Bi hezaran ji şêniyên Şehbayê û koçberên Efrîna dagirkirî bi armanca şermezarkirina komkujiya ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve di 2’yê Berfanbara 2019’an de derheqê zarokan de pêk aniye û bîranîna wê, berê xwe dan navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê.


Xwepêşandan ji rêya sereke ya navçeya Fafînê dest pê kir û ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve çû.


Di xwepêşandanê de durişmeyên “BIJÎ BERXWEDANA ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ LI TIL RIFETÊ ” hatin avêtin û dema ku xwepêşander gihîştin goristanê deqeyeke bêdengî li ser giyana şehîdan sekinîn û piştre daxuyaniya şermezarkirinê bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin ku naveroka wê jî wiha bû:
Îro, çil roj di ser komkujiya Til Rifetê re ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê ve pêk hat, derbas dibe, di encama komkujiyê de 10 sivîl di nav de 8 zarok li pêşiya malên xwe bê sûc şehîd bûn.


Li pêşiya malên ku ji neçarî ji ber êrîşên qirkirinê yên dagirkeriya Tirkî û çeteyên wê ve xwe spartinê ku bi wê yekê Dîktatorê Serdemê Erdogan pêşeroja zarokên Efrînê armanc girt û xwîna zarokan ji Şengal, Roboskî, Nisêbîn, Efrîn, Serê Kaniyê û herî dawî li Til Rifetê destê xwe kir xwîna zarokên Efrînê yên koçber yên ku li benda vegerê bûn û wiha dewam kir:
Bi navê zarokên Efrîn û Şehbayê û bi taybet zarokên şehîdan bêdengiya li hemberî komkujiya Til Rifetê û hemû binpêkirinên ku derheqê zarokan de pêk tên, şermezar dikin û banga azadîxwaz, demokratîxwaz û rêxistinên hiqûqî û bi taybet rêxistina UNICO dikin ku

zarokan biparêzin û bi erk û berpirsyatiyên xwe rabin.


Di nava şehîdên komkujiya Til Rifetê ya ku di 2’ê Berfanbara 2019’an de pêk hatiye, şêniyekî Efrînê ji şêniyên gundê Calo û ji bûyînên 1945’an de hebû. Di temenê xwe yê 80’î de ji Almanya vegerî Efrînê û piştre koçberî Şehbayê bû, di kampan de bi cî bû û li benda rizgariya Efrînê ma heyanî ku bi topên milîsên Îslamî şehîd bû.

Post source : Taybet

Related posts