Nasnameya Êzîdiyan di metirsiya windakirinê de ye û Niştedagîran li “Baflonê” mizgeft ava kirine

AFRINPOST- Taybet

Gundê „Bafilonê“ yê girêdayî navçeya „Şera“ ku xelkê wê bi ola xwe „Êzîdî“ ne, dagîrkeriya Tirkiyê bi şêweyekî plankirî nahêle xelkê gund vegere û gund bi giştî ji Niştedagîrên Ereb û milîsên îslamî ve hatiye desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye ku gundê „Bafilonê“ li quntara çiyayê „Parse xatûnê“ ye, Parse Xatûn jî xaseke êzîdiyan e û herdem ji xelkê deverê re bibû serdangeh û cihê cejna sersalê (çarşema sor), lê belê piştî berxwedaniyeke bêhempa ku şervanênê YPG/YPJê li hemberî çeteyên îslamî (Artêşa Azad/ Artêşa Niştimanî), firokeceng, topxane, tang û bikaranîna hemû cureyên giran ên çekan, dagîrkeriya Tirkiyê çiyayê „Parse Xatûnê“ ya pîroz dagîrkir û di piştre gundê „Baflonê“ jî dagîrkir, lewra xelkê gund neçear ma, daku weke ferman şengalê bi serê wan neyê, gund bi cih bihêlin û barkin.

Opozîsiyana Sûrî serdana gundê "Qestelê Cindo" dike piştî ku milîsên wan ên îslamî  gund dagîrkirî
Opozîsiyana Sûrî serdana gundê “Qestelê Cindo” dike piştî ku milîsên wan ên îslamî gund dagîrkirî

Cihê bibîrxistinê ye ku Opozîsiyona sûrî cara yekê ji dema ku şer li Sûriyê dest pêkiriye de, serdana gundê „Qestelê Cindo“ yê êzîdiyan kirin weke gundekî rizgarkiriî û bi „El-Fetih/Vekirin“ binav kirin, ev jî nameyeke şofînî bû ku dagîrkeriya Tirkiyê û şofînîzmên opozîsiyona Sûrî xwestin careke din nasnameya Kurdî-Ezdayetî di cewherê de birîn û winda bikin, ku dibêje em ê ola we bixin û we bînin ser ola xwe.

Di vê çarçovê de çavkaniyekî taybet ji AFRINPOSTê re anî ziman ku hinek malbatan hewil dan vegrin gund piştî demekê ji barkirinê û ji bona wê yekê jî serî li navenda „Şera“ dan û hemû kaxizên pêwîst amade kirin, piştre digel çekdarekî milîsên îslamî berê xwe dane gund, lê belê piştî ku gundî gîhane gund Niştedagîrên Ereb, yên ku di gel dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên îslamî hatîne, hêrîşa çekdarî birin ser gundiyan û gule berdane xelkê gund, da xelk bitirse û nema vegere, lewra gundiyan çare nedîtin û paş de vegeriyan.

Heman çavkaniyê diyar kir ku gund ji 100 xaniyan pêk tê û bi giştî di destê Niştedagîran û milîsên îslamî de ye.

Herwisa hemwelatiyê bi navê „M. N“ ê ji gundê „Bafilonê“ got: „em gihîştin wê baweriyê ku êdî em nikarin li gund bijîn, herwisa Niştedagîran rûyê gund jî tev guhertine dar û ber tev birandine ne darê daristan û ne jî yên li nav gund nehêlane tav birandine, ev miletekî ji çol û biyabanan (sehrayê) hatiye nizanin dar û ber çiye“.

Heman kesî wisa berdewam kir: „niha 20 malbat li bajarê Efrînê dimînin, ku berê carekê çûbûn malên xwe li gund dîtibûn, lê dagîrkeran rê nedan ku li gundê xwe bimînin, herwisa tevî ku wan gilî jî kirine lê Niştedagîran gefa kuştina li wan xwerine û ji wan re gotine kengî em vegerîn hûnê werên gundê xwe“.

Ji aliyekê din ve hinek jêderên xwecihî diyar kirin ku milîsên îslamî yên dagîrkeriy Tirkiyê û Niştedagîrên Ereb mala gundiyekî kirine mizgeft û mile bangê lê heldide.

Related posts