Rêjîma Sûrî: çalakkirina Rêkeftina Edenayê bi vekişîna Tirkan ve girêdayî ye

AFRINPOST

Di bersivdayîna daxwaza dagîrkeriya Tirkiyê de, ku ji Rûsan xwastiye rêkeftina „Edenayê“ bixe warê cîbicîkirinê“ Rêjîma Sûrî wisa dibêje: „ji bona hevkariyê û aktîvkirina rêkeftinan divê Rêjîma Tirkiyê piştgîrîkina Têrorîstan rawestîne û leşkerên xwe paşt de vekişîne, herwiha sînorên me jî divê weke berê bimînin“ ajansa Rêjîma Sûriyê “Sana” li ser zimanê çavkaniyekî wezareta derve û mişxtan ev daxuyanî veguhestiye.

Herwisa Ajansa Sana berdewam got: „piştî ku di derbarê rêkeftina „Edenayê“ yê de gelek gotegot belav bûne û piştî daxuyaniyên neberpirsiyane yên Rêjîma Tirikiyê û xwasteka wê ya dagîrkirinê, Komara Erebî ya Sûrî dupat dike ku Sûriya pabende bi hemû Rêkeftinên jinavbirina Têrorê di navbera herdu welatan de, lê belê Rêjîma Tirkiyê ji sala 2011an de evê rêkeftinê derbast dike çi bi piştgîrîkirina rêxistinên Têrorî yên bi ser wê ve, çi bi awayekî rasterast bi hêzên xwe yên leşkerî“.

Related posts