Milîsên polîsên leşkerî ji nû ve welatiyekî kurd ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê girt

Photo Credit To Taybet

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn Îna derbasbûyî, welatiyekî kurd li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrîna dagirkirî girt.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda bajêr ragihand ku milîsên “şurta medeniyê” pev endamên istixbarata Tirkî welatiyê kurd ê bi navê “Cîhad Ereb” ji mala wî ya li pişt dibistana Salih Elî ya li taxa Eşrefiyê girt û birin cihekî ne diyar.


Xortê bi navê Cîhad karê firotina paketên çixareyan li sûka Hal a li nava bajêr dike.


Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku Cîhad Ereb beriya wê jî ji aliyê çekdarên milîsên” polîsên leşkerî” ve hate girtin û di zîndanên wan derdora du mehan mabû ku bi rêya fidyeyên malî yên di bin navê garantiya malî de dibin, serbest hatibû berdan.


Tê zanîn ku milîsên “polîsên leşkerî” girtiyan neçarî dayîna 150 hezar heyanî 300 hezar lîreyên Sûrî, di bin navê garantiya malî(darayî) de dikin ku tuhmet li ser kesê girtî teqez bû, pereyên wî nayên vegerandin.

Post source : Taybet

Related posts