Ji bo peyitandina niştedagîriyê, polîsên navxweyî biryareke berguman li ser mixtarên Efrînê giştî dikin û yekser daxwaza pêkanîna wê dikin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku milîsên dagirkeriya Tirkî, plan dike ku statistîkekê derheqê şêniyên Efrînê yên resen û yên niştedagîr de li seranserî herêma Efrîna dagirkirî, çêke.


Çavkaniyan diyar kirin ku milîsên polîsên navxweyî û istixbarata Tirkî biryarnameyek derxist û li ser hemû mixtarên ku ji aliyê meclisên dagirkeriyê ve hatine erkdarkirin, giştî kir ku serjimariya Efrînê li seranserî herêmê vekolîn bikin.


Li gorî forma ji bo mixtaran hatiye radestkirin, pêwîst e hemû agahiyên takekesî wek nav û paşnav, navê bav, navê dayîkê, temen, rewşa malbatî, şêniyekî resen an penaber(niştedagîr) û karê berê û yê niha.


Ji destpêkirina dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re ango ji 2018’an ve şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriyê û milîsên Îslamî koçber bûn.


Nûçegihanê Afrinpostê, dawiya Şibata 2019’an ji welatiyên Efrînê teqez kir ku Efrîn ji şêniyên xwe ve xerîb dixuye ango ji şêniyên xwe yên resen vala bûye û li gorî niştedagîrên ku li Efrînê belav bûne, kurd kêmnetew mane.


Di wê demê de welatiye (S.H) ji nûçegihanê Afrinpostê re got: Tu çi dixwazî, tu dixwazî biçî Şamê, biçe wê kolanê ku hemû niştedagîrên wê ji Şamê û Xûtayê ne, li wir tu yê hîs bike ku tu li Xûtayê ye û wiha dewam kir:Tu dixwaze biçî Humsê, biçe wê taxê ku hemû niştedagîrên wê ji Humsê ne, li wir tu yê hîs bikî ku tu bi rastî li Humsê ye û welatiyê (S.H) wiha dewam kir: Ez hîs nakim ku ez li Efrînê me, hinek kolan hene ger ku tu tê re meşiya, tu yê hîs bike ku tu li Dêrazorê ye, Ev rewş qebûl nabe, em li ser erdê xwe bûn kêmnetew in.


Di serdema Rêveberiya Xweser de, li Efrînê 800 şêniyên resen ên kurd lê dijîn lê zêde nêzîkî 300 hezar penaber ji tevahiya herêmên Sûriyê pêşwazî kiribûn ku çend hezar ji wan li kampên ku Rêveberiya Xweser ava kiribûn, hatin pêşwazîkirin her wiha praniya penaberên dîtir jî wek mêvan di nava şêniyên kurd ên resen dijîn.


350 hezar Efrînî tenê di meha Adara 2018’an de ji Efrînê koçberî herêmên Şehba, Heleb û herêmên dîtir bûn.
Ew pêla koçberiyê piştî 7 salan ji ewlehiya ku Efrîniyan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jiyabûn, ya herî mezin bûn.


Dagirkeriya Tirkî li şûna şêniyên kurd ên resen, niştedagîr anîn ku piraniya wan ji malbatên çekdarên milîsên Îslamî yên piraniya wan girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn in ji malbatên çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê (Ceyş Hur, Ceyş Watanî, Cebhet Nûsra) da ku dagirkeriya xwe li herêmê bipeyitînin û guhertina demografîk pêk bînin.


Her wiha dagirkeriyê li ser avakirina desteyên xizmetguzariyê ji niştedagîran xebitî.


Di heman demê de dagirkeriya Tirkî bi zanabûn û ji dema ku Efrîn dagir kiriye, siyaseta birçîkirinê derheqê şêniyên kurd de dimeşîne ku rêya dizî, revandin û şantajkirinê li pêşiya çekdarên milîsên Îslamî vedike.
Her wiha nasname li ser niştedagîran belav dike da ku di dema pêş de neyê zanîn ku kî ji Efrînê ye û kî niştedagîr e û bi vê yekê guhertina demografîk bi giştî bi cî tê.


Têkildarî nasnameyê, dagirkeriya Tirkî wek çawa nasname ji niştedagîran re çêkirin, şêniyên Efrînê jî neçarî çêkirina nasnameyan dikin da ku di dema pêş de ji bo her hilbijartin an referandûmeke formî ku Efrînê wek Lîwa Skenderon tevlî Tirkiyê bike, rewatiyê dengdayînê bide niştedagîran.

Post source : Taybet

Related posts