Diyardeya Zarokên nûbûyî ku li kolanên Efrînê têne dîtin pir bûye

AFRINPOST- Taybet

Namûs bûye deriyeke bidestxistina diravan (Pereyan)

Di van mehên dawiyê de li pêş perestgehan û avahiyan li kolanên Efrînê/Rojava gelek zarokên nûbûyî yên nenas têne dîtin, ku xwedanên wan ew avêtine Kolanan.

Hêjayî gotinê ye ku ev diyardeya civakî bi dagîrkirna Efrînê/Rojava û hatina bi deh hezaran milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê di gel malbatên xwe re, her çûye bêhtir bûye.

Di vê babetê de AFRINPOSTê dikarîbû 11 rewş (halet) tomar bikirana, ku xwedanên wan zarokan, zarokên xwe avêtine ber deriyê mizgeft, dibistan û hin xaniyên sivîlan, ew rewş jî wisa ne:
– Mizgefta şêx şewah: 3 zarok
– Dibistana Fêsel Qedûr: Zarokek
– Mizgefta şêx Bekir: 6 zarok
– Kolana Vêlat/ Vêla Xelîl Qeretepe: Zarokek

Herwisa li ser Torên Civakî (Social Media) yên bi ser milîsên îslamî ve her kes hevûdu bi wê yekê tometbar dikin ku li herêmên di bin desthelatdariya dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê de gelek Kerxane bi rêvebirna serkirdeyên grûpên îslamî têne vekirin.

Heman rûpelan wêneyên serkirdeyên grûpên îslamî yên wan navendan bi rêve dibin li ser torên civakî weşandine weke wêneya “Heysem El-Ifêsî” Serok Erkanê milîsên îslamî ku li gel jinekê ye û herdu tazî ne.

Weke tê zanîn ku piraniya Kerxaneyê li bajarê Efrînê li taxa “Mehmûdiyê û Eşrefiyê” tên dîtin, herwisa piraniya jinên têde kar dikin jî ji gundewarên Helbê, Dêrezor, Idlib û rêjeke kêm jî ji xûteya şamê ne.

Ji aliyekê din ve çekdarên milîsên îslamî hewil didin mêran bi taybetî xortan bixin wê xefk û kemînan bi riya jinan, da peran (diravan) ji wan bistînin, ku hinek rewşên (halet) wisa çê bûne û di encamê de Miliyonek lêreyên sûrî ji kesekî standine bi nave namûsê, ku ev kiriyarên hanê jî weke baca namûsê têne binav kirin.

Related posts