Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê li Mabeta li kalekî 80ê salî xistin

AFRINPOST

Milîsên îslamî (El-Cebhe El-şamiyê) yên dagîrkeriya Tirkiyê roja çarşemê kalemêrê 80ê salî „Mihemed Remo“ li navçeya „Mabeta“ dabûn ber kotekan, ji ber ku wî kalemêrî qebûl nekiriye diravan (peran) yan Rûnê zêtûnan bide milîsan.

Di vê derbarê de rêxistina mafê mirovan yê herêmî li Efrînê/Rojava tekez kir ku kalemêrê 80ê salî ji ber ku 8 tenekeyê rûnê zêtûnan nedabû milîsên îslamî, lewra di dîroka 23.01.21019an de li navçeya „Mabeta“ heman milîsan lêdan û kalemêr ji serê xwe ve birîndar bûye, tevî wê yekê jî milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê dîsa jî 8 tenekeyên zêta zêtûnan bi darê zorê jê standin, û kalemêr hatiye derman kirin.

Related posts