Li „Qitmê“ milîsên dagîrkeriya Tirkiyê hewl didin Niştedagîran bixin malên du Pîrejinan

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya „Şera“ ya herêma Efrînê/Rojava ragihand ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê her diçin zorê li ser sivîlan bêhtir dikin.

Di vê çarçovê de nûçegihanê me diyar kir ku milîsên îslamî yên gundê „Qitmê“ dagîrkirine, zorê li malbatên gund dikin da Niştedagîrên Ereb bixin malên xwe bi behaneya ku xaniyên wan mezin in.

Di vê derbarê de peyamnêrê me got ku milîsên îslamî zorê li du pîrejinan dikin da Niştedagîran bixe mala xwe, bi behaneya ku xaniyê pîrejinan mezin e.
Hêjayî gotinê ku piştê şerê dagîrkeriya Tirkiyê dijî herêma Efrînê/Rojava endamên wê malbatê newêrin vegerin mal, lewra tenê du jinên mezin di xanî de dijîn ( dayîk û keçika wê ya nezewicî), ku milîsên îslamî ji herdu jinan dixwazin tenê di Odeyekê de bijîn û yên din jî bidin Niştedagîrên Ereb yên bi ser milîsan ve .

Herwiha milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê rêbaza birçîkirin û derxistina xelkê gund birêve dibe û bi hemleyên dizîn, girtin û revandinê xelkê gund ditisînin.

Hêjayî nîşanpçdanê ye ku heman milîsan li gundê „Qitmê“ berî demekê Jinek û Mêrê wê ve girtin û hefteyekê xistin zîndanê, bi ser de jî Tirimbêla wan û tiştên malê jî bi darê zorê dizîn, ji ber ku herduyan rê li ber dizîna malên xizmên (mirovên) xwe girtin û ne hêlan ku milîs û Niştedagîr malên wan bidizin.

Related posts