Rêjîma Sûriyê nahêle ku YPGê li Efrînê opêrasiyonan li dijî dagîrkeriya Tirkiyê pêk bîne

AFRINPOST- Taybet

Jêderekî taybet ji navçeya „Şêrewa“ ji AFRINPOSTê re da zanîn ku rêjîma sûrî rê li ber opêrasiyonan digire , ew ên ku YPGê li dijî binke û xalên leşkerî yên dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî pêk tîne.

Herwisa çavkaniyê diyar kir ku xuya ye dagîrkeriya Tirkiyê fişarê (zextê) li Rûs û îraniyan dike ku rê nedin YPGê.

Weke tê zanîn ku çend xalên Rûs û îraniyan ên leşkerî li „Şehabayê“ hene, herwisa li her heşt gundên „Şêrewa“ jî hene, yên ku ji bajarokên „Nibul û Zehrayê“ re bûye weke kemberke ewlekariyê.

Li gorî heman çavkaniyê ji ber wan egeran (sedeman) ku yekîneyên parastinê êdî bi navê „Hêzên Rizgariya Efrînê“ kar dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku navenda ragihandinê yê YPGê ji 7ê Berfanbara 2018an de êdî opêrasiyonên, ku bi navê Qonaxa Diwem ji berxwedana Serdemê pêk tên, bi daxuyaniyan li xwe nagire, ku têde bi bombe, fûzeyên germayîyê (herarî) li dijî milîsên îslamî û dagîrkeriya Tirkiyê opêrasiyon dikirin.

Ji aliyekê din ve di 18ê Berfanbara 2018an de grûpeke nû bi navê „Hêzên Rizgariya Efrînê“ hate ragihandin û hêjayî gotinê ye ku awaya opêrasiyên wê nêzîkî awayên opêrasiyonên YPGê ne, herwisa opêrasiyonên xwe jî bi piranî li dorûberê navçeya „Şêrewa“ û herêma „Şehabayê“ pêk tînin.

Berî demekê çavkaniyan nîşan pêkiribû ku milîsên rêjîma sûriyê yên li bajarokên „Nibul û Zehrayê“ dimînin, di mijdara 2018an de çar şervanên YPGê, ku ji opêrasiyonekê li dijî dagîrkeriya Tirkiyê vedigeriyan, girtin û di encamê de tevliheviyek di navbera herdu aliyan derket.

Related posts