Hêza dagîrkeriya Tirkiyê li navçeya Şiyê dibistanekê ji xwe re dike navend

AFRINPOST- Taybet

Çavkaniyên xwecihî ji AFRINPOSTê re ragihandin ku hêza dagîrkeriya Tirkiyê dibistana Seretayî ya li ser riya “Erendê” li bajaroka “Şiyê” ji xwe re kirin navenda leşkerî û derdora wê jî bi dîwarên bêtonî sînordar kirin.

Herwisa jêderan tekez kirin ku hêza dagîrkeran û milîsên wên yên îslamî Kamêreyan li nav bajarokê de dadiliqînin (bi dîwaran ve dixin), da çavdêriya liv û tevgera xelkê bikin.

Tê zanîn ku dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên îslamî bi dehan avahî û dezgehên sivîl û herwisa dibistan ji xwe re kirine navendên leşkerî, girtîgehê û zîndan û nahêlin xwedanê ewan avahiyan vegerin malên xwe.

Related posts