Bi boneya bîranîna duwem a destpêkirina êrîşa artêşa Tikiyê û milîsên îslamî yên bi ser ve, li ser herêma Efrînê/Rojava, Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, bang li civaka navnetewî kir û daxwaz jê jê kir ku dagîrkeriya Tirkiyê ji herêmê re bi dawî bike.
Herweha Partiya Pêşverû di daxuyaniya xwe de, ya ku di 21-1-2019an de derketiye, bang li civaka navdewletî , deste û rêxistinên mafên mirovan kir da ku bi erka xwe rabin , û bi taybetî em ji hêzên xwedî biryar di mijara Sûriyê de, û jê xwest ku mal û samanên Efrîniyan biparêzin.
Partiya Pêşverû diyar kir ku dagîrkeriya Tirk, di êrîşa xwe ya ser heremê de, hemî çekên giran bikaranî , ku d encamê de bi sedan ji xort û keçên Efrînê şehîd bûn û bi hezaran jê, ji ser xaka xwe hilbûne.
Pêşverû di daxuyaniya xwe de tekez kir ku hêzên dagîrkeriya Tirkiyê opêresiyonên guhertina demogirafî li hêerêm, pêk tînin, û derwarkirina bi darê zorê , Dizî û talankirinê di dermafê şêniyên herêmê de dimeşînin.