AFRINPOST- Taybet
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navenda Efrînê/Rojava ragihand ku milîsên dagîrkeriya Tirkiyê dest bi derxistina Efrîniyan bi darê zorê ji gundên wan kiriye, da Niştedagîrên Ereb (Malbatên Milîsan) li wir bicih bikin, ewên ku ji „Idlibê“ di encama şerê navxweyî yê çeteyan de hatine Efrînê, bi behaneya ku „Heyet Tehrîr Elşam/ Elnusra“ ew ji „Iddlibê“ derxistine.
Herwisa nûçegihanê me xuya kir ku milîsên îslamî (El-hemze) van rojên dawiyê malbatên Efrînî li gundên „Maratê, gundî Mezin, Coqê, Dargirê“ ji xaniyên wan bi darê zorê derdixin û herwisa hinek malbatên Erebên Niştedagîr jî ji malan derxistine, da ku malbatên milîsên îslamiyan têde bicih bikin.
Ji aliyekê din ve nûçegihanê me dupat kir ku malbatên îslamîstên dagîrkeriya Tirkiyê weke (Siqûr Ei-şam, Ehrar El-şam, Ceyş El-Ehrar) û hinekên din rojane bi 15 Otobûs û tirmbêlan têne herêma Efrînê ya dagîrkirî.
Hêjayî gotinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê dest bi derxistina Nasnameyên Tirkî, Erebî kiriye, ku têde Niştedagîr weke xelkê Efrînê yê resen dihête (tê) destnîşankirin bi mebesta Guhertina Dêmografîk.