Piştî ku 150 hezar Lêre dan carek din milîsên dagîrkeriya Tirkiyê ew girtin

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî (Ehrar El-şerqiyê) yên dagîrkeriya Tirkiyê roja duşemê careke din hemwelatiyên gundê „Maseka“ yê girêdayî navçeya „Reco“ girtin.

Herwisa nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya „Reco“ ragihand ku Milîsên îslamî (Ehrar El-şerqiyê) şeva duşemê careke din hemwelatiyên bi navê „Enwer Mislim, Mihemed Mistefa, Kemal Mistefa, Seîd Mûsa, Omer Elîko“ girtin, tevî ku heman milîsan ew kes berî hefteyekê girtibûn û ji her yekî 150î hezar L.S standibûn û piştre berda bûn.

Hêjayî gotinê ye ku girtina Efrîniyan bûye çavkaniyeke diravan (peran) di destê milîsên îsalmî yên dagîrkeriya Tirkiyê de ye, ku gefa kuştinê li xelkê Efrînê dixwin, da peran ji wan bistînin, û ev yek jî bi plankirina îstêxbarata (MIT)ê ya dagîrkeriya Tirkiyê tê kirin.

Related posts