AFRINPOST-Taybet
Kesekî ku di teqîna Otobûsê ya di roja şemiyê de rizgar bibû ji AFRINPOSTê re zanyariyên din dane xuyakirin, ku di encama wê teqînê ne 4 qurbanî çê bibûn û 8 kes birîndar ketibûn, herwisa di nav de Efrîniyek jî şehîd bibû.
Wî kesî (s) got ku dema ew bi Otobûsê diçû Eşrefiyê, jineke bi peçe, li pêş nanpêjxaneya (Firin) Zira, siwar bû û bi dest de tûreke reş hebû û ew tûr xiste bin Kursiyê, piştre heman jin li pêş Garaga (Wêstgeha) kev in daket, lê belê nayê bîra wî, ka ku wê jinê ew tûrika bi xwe re daxist an di Otobûsê de hêla.
Herwisa navborî diyar kir ku piştî bi 150î mitran bombe teqiya û ew jî bêhiş ket, û piştre ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Di wê çarçovê de weke gelek çavkanî jî tekez dikin ku pêş teqînê bi rojekê milîsên îslamî (Polîsên Leşker) rêklama ku bombeyek li nav bajêr de heye dikirin û ew jî lê digerin.
Herwisa piştî teqînê jî milîsên îslamî dest bi girtina xelkê li taxa Pîşesaziyê (sînaet) kirin û di encamê de gelek pişesazên Kurd girtin bi tometa ku ew li paş teqînê disekinin.
Di vê çarçovê de çalakvan dibêjin ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi xwe wan teqînan dikin, da Kurd Efrînê bicih bihêlin û bar bikin, herwisa gotin divê xelkê Efrînê haydar be dema ku jinên bi peçe li pêş dukanan û di Otobûsan de dibînin.