Rêxistinên Alîkariyê Kurdan qebûl nakin û di belavkirina alîkariyan de jî cudahîyê dikin

AFRINPOST- Taybet

Jêderekî taybet ji AFRINPOSTê re da xuyakirin ku rêxistin û komeleyên alîkariyê li Efrînê/Rojava, yên ku niha di bin siya milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê de kar dikin, Kurdan weke fermanber (mûwezef) û karmend (amêl) qebûl nakin û rê li ber wan digirin, berovajî wê yekê jî Niştedagîrên Ereb (mistewtên) di hemî tîmên wan rêxistinan de kar dikin tevî ku bawernameyên wan jî tune ne.

Herwiha çavkaniyê diyar kir ku Niştedagîrên li gel wan rêxistinan kar dikin, bawernameyên sexte (mizewer) ji Bajaroka “Ezazê” bi diravan (peran) dikirn û herwisa di warê perwerde û xwendinê de jî, piraniyên ku têde kar dikin tev bi bawernameyên sexte ne.

Ji aliyekê din ve jêderê wisa got: “mirovekî min ji bona kar hewil da ku navê xwe li ba wan rêxistinan tomar bike, lê belê tevî ku li ba wî taqiya (tecrûbeya) kar jî heye, dîsa jî nehate pejrandin (qebûlkirin)”. Û tekez kir ku tenê Niştedagîrên ku bi milîsên îslamî re hatine dikarin kar bikin.

Hemwelatiyên Kurd jî tekez kirin ku rêxistinên alîkariyê Alîkariyan tenê li Niştedagîrên Ereb, yên ji (Himis, Hema, Heleb, Xûteya şamê) hatine, dabeş û belav dikin, bi behaneya ku pêwîstiya Niştedagîran (mistewtên) ji ya Efrîniyan pirtir e.

Related posts