AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) yên dagîrekeriya Tirkiyê roja yekşemê bi êvarê du hemweletiyên Kurd li gundewarê Efrînê/Rojava ji mala wan bi darê zorê revandin.
Çalakvanên herêmî ragihandin ku milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) duh êvarê li gundê „Bêlê“ yê navçeya „Bilbilê“ du Kurd ji malên wan revandin û piştre ew birin bajaroka „Şera“ ku navenda milîsan li wir e.
Li gorî zanayariyan navên herdu hemwelatiyan wisa ne: „Ristem Mihemed kurê Mistefê“ û „Dara Omer kurê Hesen“.
Weke çalakvan jî dupat dikin ku ev kiryarên hanê du armanc jê hene, ya yekê ji bona standina diravan (peran) ne, ya diwê jî birçîkirina xelkê ye, da Guhertina Dêmografîk bi cih were, ew jî bi plankirina îstêxbarata (MIT)ê ya dagîrkeriya Tirkiyê ye.