Niştedagîrên Ereb xaniyên Kurdan li ser navê xwe Tapo (qeydikin) dikin

AFRINPOST- Taybet

Bi boneya salvegera hêrîşkirina dagîrkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê, Çalakvanan ji Efrînê ragihandin ku divê tu kes bi plana dagîkeriya Tirkiyê neyê xapandin, ji ber ku armanc ji wê planê derxistina Kurdan ji Efrînê ye û herwisa dagîrkeriya Tirkiyê dixwaze milîsên xwe yên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî) û malbatên wan li Efrînê bi cih bike.

Di vê derbarê de çalakvan (A, S) ji AFRINPOSTê re diyar kir ku: „axaftinek di nav hinek xortên Kurd de belav bûye, ku ew dixwazin samanên (mal û milk) xwe bifroşin û ji Efrînê derkevin, ji ber rewşa ewlehiyê ya zor, ku rojane dagîrkeriya Tirkiyê bi destê milîsên xwe yên îslamî kuştin, revandin, destdirêjîkirin û îşkencekirinê li dijî kurdan li Efrînê dike“.

Herwisa çalakvanê Kurd anî ziman ku: „ev tiştên têne kirin metirsiyeke mezin li ser Dêmografiya Herêmê çê dike“.

Wekî tê zanîn ku rêjeya (jimara) Kurdan li Efrînê li pêş dagîrkirinê 95% bû, lê belê niha li gorî çavkaniyên mafnsiyê dibêjin piştî ku dagîrkeriya Tirkiyê derdora 350 hezar Kurd ji Efrînê derxistine û di encamê de rêjeya Kurdan li Efrînê kêmtirî 50% bûye.

Di vê çarçovê de hinek zanyarî ji AFRINPOSTê re hatine ku Niştedagîrek (mistewtên) li zanyariyên (nav, paşnav, jimara qeydê) xwedanê xaniyê -ku wî li nêzî dezgeha Avê dagîrkiriye- digere, da bi sextekarî xanî bi girêbesteke (eqid) sexte li ser navê xwe qeyd bike, ku Niştdagîrê Ereb xanî bi diravan (peran) kiriye û piştre dê li ba encûmena (meclîsa) dagîrkeran ya herêmî tesbît (biçespîne) bike.

Ji aliyekê din ve ku encûmenên dagîrkeran yên herêmî dest bi tomarkirina (qeydkirina) xaniyan, erdan û dukanan kirine, tevî ku bêtirî nîvî ji xelkê Efrînê ji herêma Efrînê hatine derxistin.

Herwisa çalakvanê Kurd daxwaz ji xelkê Efrînê yên li derve kir ku piştgiriya xizmên (merivên xwe) xwe bi diravan (peran) bikin, ji ber ku Partiyên Kurdan bi nerîna wî gelekî kêmûkurî (teqsîr) derbarê rewşa Efrînê û Efrîniyan de dikin û ne alîkar in, ku tenê xwepêşandan û meş ne bes in tevî ku giring in.
Ev gazî û daxwaza çalakvanan di demê kê de ku 10 meh di ser dagîrkirina Efrînê re derbas bû û hîn paşeroj ne diyar e û metirsiya Guhrtina Dêmografîk her diçe bêhtir dibe.

Related posts