Human Rights Watch: Milîsên îslamî milkên Kurdan li Efrînê talan dike

AFRINPOST

Rêxistina Mafê Mirovan “Human Rights Watch” a girêdayî netweyên yekbûyî (UN)ê roja pêncşemê rapora xwe ya salane weşand û rewşa Mirovî li herêmên Sûrî yên cudacuda nirxand, herwiha parek ji raporê ji herêma Efrînê/Rojava ya dagîrkirî re taybet kiriye û di bin navnîşana “Hêrîşa li ser Efrînê” de, bi Nerîna Giştî ya cîhanî re parve kiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rêxistina Navdewletî di rapora xwe ya salane de wisa dibêje: “di 20ê çileya 2018an de, dewleta Tirkiyê hêrîşeke leşkerî bire ser herêma Efrînê li Bakur-Rojavayê Sûriyê, ewa ku heya adara 2018an di bin desthelatdariya Rêveberiya Xweser de bû, ku hêrîşa Tirkiyê bû egera kuştina bi dehan Sivîlan û derbiderkirina bi deh hezaran li gorî Neteweyên Yekbûyî (UN)ê. Amûrên ragihandinê yên Tirkî jî gotine ku: YPGê hêrîşên bê serûber birine ser bajarokên sînorî yên Tirkiyê û di encamê de 7 sivîl mirine ”.

Human Rights Watch daye xuyakirin ku: “Girûpên çekdar yên hikûmî, ku Tirkiyê piştgiriya wan dike û girêdayî Artêşa Azad a Sûrî ye (Milîsên îslamî), samanên (milkên) Kurdan li Efrînê didizin û talan dikin, li hemberê wê yekê jî çalakvanan çêra 86 rewşên (haletên) neyasayî kirine, weke girtin, lêdan û revandinê ji aliyê ewan milîsên îslamî ve”.

Tê destnîşankirin ku Rêxistina Mafê Mirovan “Human Rights Watch”, herwisa Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty), çendek rapor dane weşandin, di derbarê destdirêjîkirinên li herêma Efrînê ku bi serpereştiya dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ji 18ê adara 2018an ve têne kirin, .

Related posts