AFRINPOST- Lawend Mêrgo
Wergerandin: Ezdaşêr Berwar
16.03.2018
Roja ku hemî kolanên Efrînê bi av û xwînê hatinî şuştin. Roja ku çar aliyên cîhanê bi parçekelexan (parçeyên laşê mirovan) paqijbûyî û hertişt belav bûyî.
Dema ku bi tirsiyane tîşketavê xwe li asoyan vedidiziya, Firokecengiyê bi hindek fûzeyan li herêma Daristanê da, agir û kulxan berda xaniyên vala, kir ku „Emîn“ vegere wir cihê ku apê „Eslan“ lê bi tenê dima li dawiya kolana Reco.
„Emîn“ di tariyê de dîwarên Dukanan dipeland, bere bi lorîneke dûr e zirav ve ku ji kalemêrekî bû barê jiyanê ew westandibû û cengê zaroyên wî daqurtandibûn, ewî jî bi tena xwe berxwe dida ji ber birîna ku balafirê di aliyê wî yê rastê de vedayî, „Emîn“ bi nizmedengekî bang kir:
Apê Eslan… ho Apê Eslan
Kî ye… ew tu yî Emîn
Apo rabe tu kes li van deran nema
Ez nikarim kurê min
Ez ê alîkariya te bikim apo
Hevpeyvîneke bilez çê bû, kalemêrî xwe sparte milê „Emîn“ û bi destê xwe yê din rovikên xwe, yên ji aliyê birênê ve derketî, girt.
Dema gihîştin ber parka Zêdiyê kalemêrî xwe berda û rûnişt, got:
Raweste Emîn… ez nikanim kurê min
Destê xwe dirêjî bêrîka xwe kir, û mêdeliyek jê derxist, li ser rûyekî wêneya dara zêtûnê û yê din wêneya şêx reşîd bû.
Emîn çû da alîkariyê bîne, lê dema ku vegeriya Daboriyan dawîkirina bixaksipartina apê Eslan dikirin, lê beriya bidawî bikin, deriyê dojehê (cihenimê) vebû û agir pijiqiya..
ragihandina komkujiya mezin dikir…..