Serokê encûmena dagîrkeran li Efrînê daxwaza 400 hezar dolaran dike

AFRINPOOST- Taybet

Hinek çavkaniyên hayjêbûyî ji AFRINPOST re ragihand ku Encûmena (meclîsa) dagîrkeran a herêmî li Efrînê daxwaza diravan(pereyan) ji rêxistinên xêrxwaziyê dike, bi behaneya mesrefên dibistanan.

li gorî zanyariyên AFRINPOSTê, ku meclîsa dagîrkeran bi serokatiya endezyar “Mihemed Seîd Silêman” daxwazeke nivîskî ji komela “El-Rehmê” ya xêrxwaziyê re şandiye, ku pêwîstiya wan bi 220 hezar dalaran heye, da bikaribin pêdiviyê Bendava “Meydankê” û ya dibistanên herêmê ji sotemeniyê dabîn bikin û herwisa 180 hezar dolar jî ji bona pêwîstiyên dibistanan ji pirtûk û cilûbergên şagirtan li herêma Efrînê ya dagîrkirî.

Ji aliyekê din ve çavkaniyan piştrast kirin ku Komela xêrxwaziyê daxwaza wan nepejrandiye (qebûl nekiriye) ji ber ku ew komdirav (meblex) gelekî pir e û dibe ku meclîs hewla sextekariyê dike.

Di heman çarçovê de dengoyek di nav hemwelatiyan de heye ku Serokê encûmena dagîrkeran a herêmî „Fadil Horo“, ewî ku îstêxbarata dagîrkeriya Tirkiyê (MIT) ew wekî serokê encûmenê destnîşankriye, li navçeya Reco dizî û gendeliyê dike.

Herwisa hemwelatî dibêjin ku „Fadil Horo“ bi alîkariya çeteyên milîsên îslamî yên dagîrkeriyaTirkiyê zêtûnên xelkê navçeyê desteser dike û bi girêbestên bazirganî (sefqeyên Tîcarî) bi taybet li gel milîsên îslamî „Ehrar El-şerqiyê“ zêta diziyê dikire.

Related posts