Çekdarekî milîsên îsalmî wiha got: Di dema dagirkeriyê de leşkerên Turk cilên me li xwe dikirin da ku ji aliyê şervanên kurd ve neyên armancgirtin’’.

Çekdarekî milîsên îsalmî wiha got: Di dema dagirkeriyê de leşkerên Turk cilên me li xwe dikirin da ku ji aliyê şervanên kurd ve neyên armancgirtin’’.
Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Raco li ser zimanê çekdarekî milîsên îslamî yên bi navê Ceyş Elwetenî Elsûrî naskirî ye, ragihand ku ku serbazên Turk di dema şerên germ ên li navçeya Raco dihate kirin û piştî ku hejmara kuştiyên wan pir bûn, cilên leşkerî yên milîsan li xwe dikirin da ku ji aliyê sekvanên YPG’ê ve neyên armancgirtin.


Nûçegihan ji gotineke çekdarên milîsan li ser şerê Çileya 2018’an de qewimî, teqez kir ku leşkerên Turk gelek rê û rêbaz bi kar dianîn da ku ji aliyê şervanên kurd ve neyên armancgirtin.


Wê demê serbazên Turk biryar dan ku leşkerên Turk cilên çekdarên milîsên îslamî li xwe bikin da ku hejmara kuştiyên wan pir nebe.


Her wiha nûçegihan teqez kir ku çekdaran berxwedana xurt a sekvanên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê jî ya li bajaroka Badîna çêbûye ku ew şervan ji her alî ve hatibûn dorpêçkirin û 40 ji çekdaran kuştin ku çekdar neçar kirin ku hawarê ji balafirên şer ê Turkî bixwazin da ku avaniya ku ew tê de bombebaran bike, bi bîr xistin.

Post source : Afrinpost- Taybet

Related posts