Rêxistineke mafnasiyê li gel partiyeke Kurd li Almaniya bi Amerîkiyan re civiyan

AFRINPOST- Taybet

Komekê ji revenda Kurd li Berlinê roja pêncşemê rawestandineke (seknandin) nerazîbûnê li pêş balyozxaneya (sefareta) Amerîkî li Almaniya lidar xist, ev çalakî li ser vexwendineke hevpar a komela „Parasatina gelê jêr gefê de (GfbV)“ û partiya „Elwehdê¬-Yekîtî“ bû, bi aramanca şermezarkirina dagîrkirina Tirkiyê ya herêma Efrînê/Rojava bû.

Darbarê vê yekê de Dr. Sîdo ji AFRINPOSTê re anî ziman: „ rawestandinek li pêş balyozxaneya Amerîkî li Berlinê hate birêxistin ji bona bibîrxistina destpêkirina dijmanetiya dewleta Tirka îslamewî ya zordar, bi beşdarbûna endamên komeleya Parastina gelên jêr gefê (Gfbv) de, li gel partiya yekîtiya Dêmkrat a Kurd (El-Wehdê) û hinek alîgir û dostên Alman û Kurd ve“.

Herwisa navborî diyar kir ku: „şande ji du kesan ji Komeleya (Gfbv)ê, Selah Elemdarî û Newroz Hiso jî ji Partiya El-Wehdê bû ku bi aliyê Amerîkî re civiyan, bi Sêkrêtariya yekemîn re, ku berpirsyarê beşa Sûrî ya kemîneyên olî ye“

Di wê çarçovê de, Sîdo got: „me belgeyek (dokumêntek) ji 6 rûpelan bi êngilîzî pêkêşkir, ku têde daxwaza şermezarkirina dewleta Tirk a îslamewî li Efrînê kir, û daxwaza hewila Amerîkî kir, ku fişarê bixe ser dewleta Tirk, da ji Efrînê/Rojava û bakurê Sûriyê vekişê“.

Dr. Sîdo berdewam axivî: „ herwisa me ji hukûmeta Amerîka û Congress(kongrês)ê daxwaza bidawîkirina gefên li ser herêmên li rojhelatê Feratê kir û herwisa parastineke herdemî bo Kurdan, ol û neteweyên din wkeke Siryan, Kildan, Aşûrî , Ermenî , Xiristiyan, Êzîdî û Elewiyan bikin“.

ji bo Herêma Ewle jî Sîdo da diyarkirin: „me nîşan bi wê yekê kir ku Herêma Ewle ne gengaze (mumkîne) di bin kontrola Tirkan û Grûpên bi ser wê ve be, ji ber ku Tirkiyê û hevalbendên wê gefan li Sivîlên Bakurê Sûriyê dixwin û bi taybetî li Kurdan, netewe û olên din“.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 18ê çile salvegera hêrîşkirina Dagîrkeriya Tirkiyê li ser Herêma Efrînê/Rojava ye, ku di encamê de herêma Efrînê ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ve hate dagîrkirin.

Related posts