Weke îro… bombebarankirina Goristana Cindirêsê

AFRINPOST- Taybet

Wekî îro 20.01.02018an dagîrkeriya Tirkiyê goristana bajaroka „Cindirêsê“ yê herêma Efrînê/Rojava topbaran kir û di encamê de ziyaneke mezin gihande goran bê ku dagîrker rêzê ji nirxên mirovatiyê û miriyan re bigire.

Herwisa piştî dagîrkirina herêma Efrînê/Rojava dagîkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî gelek goristan û zaretên pîroz ên Efrîniyan wêran kirin, da ku nasnameya kurdî ya herêmê winda bike û herwisa bîrewariya (zakîreya) civakî ya Kurd birûxîne, da ku nifşa bê (dahatû) dîroka xwe nizanibe.

Goristana Cindirêsê
Goristana Cindirêsê

Related posts