„Berekat Efrîn“ kirin „Berekat El-Xûta“ û li Siûdiya Erebistanê difroşin

AFRINPOST- Taybet

Rûnê (Zêta) Efrînê bi destê dagîrkeriya Tirkiyê û Niştedagîrên, ku li gel milîsên îslamî hatine, tê dizîn û li bazara welatên kendava Erebî (Xelîc) tê firotan.

Roja çarşemê kesekî Efrînî yê li Siûdiya Erebistanê dimîne, pêrgî rastî Rûnê (zêta) Zêtûnên Efrînê tê û li ser şûşeyên wan hatiye nivîsandin ku ji çiyayê Efrînê hatiye, belam bi navê „Berekat El-Xûta“ tê nîşandan.

herwiha fabrîka ku zêta diziyê xistiye şûşeyan, dezgeha „Semîr Mihemed El-Tetan“ a ku li /Sûriyê- Hema/ qeydkirî ye, û bi taybetî ji hevpargeha (şîrket) bazirganiyê „Berekat El-Xûta“ ya li Siûdiya Erebistanê re dişîne.

Hêjayî gotinê ye ku evê wêneyê hêrseke mezin li ba çalakvanên Kurd ên tora civakî peydakiriye û nerazîbûna xwe di derbarê dizîna berhemên Efrînê de nîşan kirine.

Girûpa ” دعم مشاريع عفرين الاستثمارية” jî li ser rûpela xwe ya Facebookê komênteke wisa nivîsandiye: „Berekat Efrîn bû Berekat El-Xûta“ bi mebesta ku Niştedagîrên Ereb li Efrînê Zeviyên Bizorjixakdûrxistiyan (Penaberên Efrînê), ên li kampên gundewarên Helebê, didizin û dişînin bazarên welatên Ereb û Awrupa.

Herwisa Rojnamegera Kurd „Emîne Misto“ di derbarê Zêta Efrînê ya talankirî de ji AFRINPOST re wisa got: „Piştî binketina hemû hewlên parastina çarîka(rub) berhemên ku mayî ji dizîn û talankirnê, bavê min bextewar bû ji ber ku ji Efrînê dernekt û dikarîbû zêtûn û çend teneke ji bona xwerina malê biparastaya, di dema ku çekdaran hemû berhemên herêmê desteserkirine de“

Ji wê bêhtir „Misto“ anî ziman ku Efrîniyên li welatên Kendav û Awrupayê dimînin, rojane êşekan dikşînin, dema ku zêta Efrînê ya talankirî li bazarên wan welatan dibînin ku di bin navên fabrîkên Tirkan û Ereban ên girêdayî Niştedagîran de tê firotan“

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kovara „Le Louvain “ a Firensî berî çend rojekê derbarê dizîna Zêtûnan ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û şandina ewan berheman bo Bazarên Awrupayê, raporek weşand û da xuyakirin ku dagîrkeriya Tirkiyê bi 130 Milyon Yoro ji Efrînê Zêtûn diziye û bêhtirî 200 hezar Kurd ji Efrînê darxistine.

Ji aliyê xwe ve rojnameya „Publico“ yê îspanî di raporeke xwe de wisa dibêje: „bazarganîkirinên (tîcareta) ne yasayî tên kirin, bi riya firotina zêta diziyê ya Efrînê bo welatên Aweupayê, ku dewleta Tirk niha Efrîn dagîrkiriye“

Rojnameya navborî berdewam dibêje divê welatên ku tiştên Tirkî bo bazarên xwe werdigre, lêkolînekê cînayî dest pêbikin û wan fabrîkeyên ku bazirganiya zêta diziyê dikin destnîşan bikin. Herwiha ger îsbat bibe ku ew zêt weke zêta Tirkî tê binavkirin, divê bizanibin ku ev derbaskirina yasayên navdewletî ye.

Related posts