Piştî revandin û lêpirsînê xortê 24 salî şehîd bû

AFRINPOST-Taybet

piştî ku 3 rojan windayî bû, duh sêşemê hemwelatiyê bi navê „Egîd Mihemed Şêx Hesen“ kuştî li nav zeviya wî ya Zêtûnan li deşta gundê „Avrazê“ nêzî „Ziravkê“ hate dîtin.

Li gorî jêderên taybet ên AFRINPOSTê ku hemwelatî „Egîd“ berî çar rojan ji mal derketibû da hebûna xwe ya li Efrînê, li dadgehê qeyd bike û ji wê rojê ve windayî bû heya ku duh li ber Tirimbêla wî, li nav zeviya wî kuştî hate dîtin.

Heman çavkaniyan dastnîşankirin ku „Egîd“ di dema derbasbûyî de, li ba milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê girtî bû, lewra divyabû ku herdem mandina xwe ya li Efrîna dagîrkirî, li ba dadgehê nîşan bike, herwiha heta niha ne diyar e, gelo ka kîjan mîlîsên îslamî li paş şehîdbûna wî ne.

Hejayî gotinê ye ku „Egîd“ 24 salî ye û du zarokên wî jî hene, ew bi xwe jî ji xelkê gundê „Avrazê“ yê navçeya „Mabeta“ ye.

Ji roja ku Efrîn hatiye dagîrkirin, milîsên dagîrkeriya Tirkiyê bi dehan kes di bin lêdan û îşkencê de kuştine, weke tê zanîn ku di 18.07.2018an de hemwelatî „Samî Evdilrehman Hec xelîl-40 salî) li ser destê milîsên „Ehrar El.şerqiyê“ di encama îşkencekirinê de şehîd bûbû.

Related posts