AFRINPOST- Taybet
Du milîsên îslamî yên dagîkeriya Tirkiyê roja çarşemê di encama şerê navxweyî yê çeteyan de, hatin kuştin.
Nûçegihanê AFRINPOSTê ji herêmê ragihand ku li nêzî çerxeriya (dûwar) Elqeban, li derdora pira nû li bajarê Efrînê, şer di navbera mlîsên îslamî (Ceyş El-îslam), ewên ku ji Xûteya Şamê hatine, û milîsên îslamî (Ehrar El-şerqiyê) de derket û di encamê de 2 çekdarên milîsên (Ehrar El-şerqiyê) hatin kuştin.
Herwiha peyamnêrê me destnîşan kir ku şerê van milîsan pirê caran ji bona firehkirna desthelatdariya xwe û li ser dizîkirina samanên (malûmilk) Efrîniyan ne, ku di şerên wan de gelek caran sivîl jî şehîd dibin.
Tê zanîn ku destdirêjîkirinên milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bêhtir bûye, bi taybetî piştî ku çete ji gundewarên şamê, di encama lihevkirinên dagîrkeriya Tirkiyê, îran û Rûsan de, hatine Efrînê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wan çeteyan li Efrînê gelek binkeyên leşkerî û zîndan jî ava kirine.