HSD: emê piştgiriyê bidin herêma ewle li Bakur û Rojhelatê Sûriyê.

AFRINPOST

Hêzên Sûriya Demokiratîk , îro roja Çarşemê, got ku ewê destek û alîkariya pêdivî bidin avakirina herêma ewle, ya ku li vê dawiyê gengeşe li ser tên kirin.

HSDê bi daxuyaniyekê, ku kopiyek jê gihêştiye AFRINPOSTê, ragihand ku ew dê amade be bo destekdayîna avakirina Herêma Ewle, lê belê bi mercên ku hemû êtnîk, bêkhate û neteweyên ku pêkve dijîn, bi garantîkirinên Navdewletî ji metirsiya Komkujiyan werin parastin, ew garantiyên ku, parastina pêkhateyên herêmê û bicîkirina mercên aramî û ewlehiyê, dupat dikin. û misogerkirina ku rê li pêş destêwerdanên derve werin girtina ”.

Di daxuyaniya rêveberiya giştî ya “HSD”ê de wisa hatiye: “ku ew çaverê dikin û bihêvî ne, da hevtêgihiştin û çareserî bi Tirkiyê re were dîtin ku di encamê de herêma hevsînorê wê di aramî û ewlehiya heyî de bimîne”.

Mebest herêma di bin desthelatdariya “HSD”ê tekane herêm e, ku hemû pêkhateyên Sûrî pêkve dijîn, herwisa “HSD”ê jî çi carî nebûye regezeke geflêxwerinê dijî çi welatî û bi taybet Tirkiyê.

Di heman demê de Ajanasa „NASA“ya fermî îro çarşemê 16ê çile, ji çavkaniyeke wezareta derve ya Rêjîmê belavokek parvekiriye: “daxuyaniyên ku serokê Rêjîma Tirkiyê careke din dupat dikin ku ew rêjîma Têrorîstan perwerde dike, û di gotûbêjîkirinên “Asîtana”yê de tenê bi zimanê dijmanetî û Dagîkeran tev digere”

Ev yekem bersivdayîna Rêjîma Sûriyê li ser axaftina dagîrkeriya Tirkiyê di derbarê avakirina Herêma Ewle li Bakurê Sûriyê bi hevrêziya U.S.ê ye.

Related posts