Şandina çekdarên “Artêşa Netewî” wek kujrên kirêkirî ber bi Lîbyayê piştrast dibe

Photo Credit To Nêt

Afrinpost
Ajansa “STEP” a rikberiya Sûrî ya ku vê dawiyê nûçeyên dijberî Tirkiyê diweşîne, roja Çarşemê got ku agahiyên taybet bi dest wan ketine tê de tê gotin ku bi sedan milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirk û rêxistina Ixwan el-Musilmîn ku navê Artêşa Netewî li xwe kirine, roja Sêşemê danê şevê ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve çûn da ku li tenişta hikûmeta Ixwan el-Musilmîn ku Fayêz el-Serac li Tarablusê rêbertiya wê dike, şer bikin.


Çavkaniyeke taybet ji ajansê re got ku biryara şandina çekdaran ji bo Lîbyayê bi awayekî fermî hîna nehatiya standin, lê hema milîsên Îslamî fermanên tomarkirina navên dixwazin biçin û li dijî hêzên Xelîfa Hefter şer bikin, girtine.


Ajansê diyar kir ku balafireke leşkerî ya Tirk û li gel rêbazên ewlehiyê yê giran duh danê şevê ji balafirgeha Gaziantep li başûrê Tirkiyê ber bi xaka Lîbyayê ve firiya, li gorî ajansê, 300 çekdarên bi navê Feyleq el-Şam di balafirê de bûn, her wiha fermandarê milîsên Firqet Sultan Murad ê bi navê Fehîm Îsa jî di balafirê de bû.


Ajansê destnîşan kir ku çekdarên tevî Îsa berê xwe dan Lîbyayê, milîsên el-Feyleq el-Sanî ne, ew jî girêdayî milîsên Siqûr, Sultan Murad , Lîwa el-Mutesêm û Fiqet el-Hemza ne.


Ajansê got ku Tirkiyê soz da ku wê mehê 2,000 dolar mûçe bide her çekdarekî û 3,000 dolar jî bide fermandaran, her wiha Tirkiyê soza dandina xwarin, vexwarin, çixare, çek û cebilxaneyê jî da wan. Di vê der barê de daxuyaniyek bi navê aliyê bi navê serfermandariya giştî ya Artêşa Netewî di malperên ragihandinê de hat weşandin tê de şandina çekdaran ber bi Lîbyayê ve red dike, lê hema ajansa STEP ew daxuyanî weke sexte bi nav kir û got ku ew bê îmzeyeke fermî ye.


Ev nûçe li gel pêngava rêjîma Sûrî li dijî Idlibê ketiye rojevê, çekdarên xwe weke rikberên rêjîmê didin naskirin, eniyên şer li dijî rêjîmê ber didin, êrîşa wan a li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk jî weke bihaneya hevkariya wan bi rêjîmê re angaşt kirin, di heman demê de jî hevkarê wan ê sereke bi Rûsya û rêjîmê re kordîne kir da ku fişaran li Rêveberiya Xweser bikin û bicihkirina hêzên rêjîmê li rojhilatê Ferêt bipejirîne, ev jî dikeve nava çarçoveya hewldanên Tirkiyê di tunekirina hêviyên gelê Sûrî di avakirina welatekî nû û dadwer de ye.

Post source : şopandin

Related posts