AFRINPOST
Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê, binpêkirinan di derheqê goristan û mezelên herêma Efrînê de berdewam dikin, û bi awayekî rêkûpêk goristanên herêmê, li dûrî kamêreyan dirûxînin û rê nadin ku tu kes vîdiyoyan yan wêneyan bikşîne.
Çalakvanên xwecihî hewil didin ku ewan kiryaran belge bikin, û di evê çarçovê de, hinek çalakvanan wêneyên wêrankirina goristana gundê „Edema“ yê navçeya „Reco“ parve kirin.
Wan çalakvanan piştrast kirin ku milîsên îslamî ji girûpa „Feyleq El-şam“ ên girêdayî rêxistina „Birayên Misilmanan/Ixwan El-Misilmîn“ li Sûriyê, kêlikên gorên gundê „Edema“ yê navşeya Reco, şikandin û wêran kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev kiryarên hanê zincîrek ji binpêkirinan, bi serpereştiya dagîrkeriya Tirkiyê têne cîbicîkirin, herwisa dar, zevî û kevir jî li Efrînê têne armanckirin.
Tê destnîşankirin ku heman milîsan goristanên gundên „Kefirsefrê, Memala, Senarê û Meydankê“ di demekê berî niha de, rûxandibûn.