Hin zanyarî derbarê encûmenên dagîrkeran û nasnameya nû yê wan de

AFRINPOST- Taybet

Çavkaniyên taybet ji AFRINPOST re diyar kirin ku encûmenên dagîrkeran ji fermanberên (mûwezef) xwe daxwaz kirine, da nasnameyeke nû, ku dagîrkeriya Tirkiyê dirust dike, li Efrîniyan li şûna Nasnameya Sûrî biçespînin (ferz bike) û di karûbarên fermî bikar bînin.

Heman jêderê anî ziman ku fermanberê ku vê biryara dagîrkeriyê bich nîne dê mehaneya(miaş) wî were birîn.

Herwisa ji bona wergirtina wesla nasnameya dagîrkeran divê 500 L.S her kesek bide.

Çavkaniya taybet got ku dagîrkeriya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî nahêlin ti kes bê wê nasnameyê rêbendên wan derbast bikin, da hemû kes daxwaza wê nasnamê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kiryarên dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê,
tenê bo ku Guhertineke Dêmografîk li Efrînê pêk bînin û Efrînî li ser axa xwe weke penaber werin jimartin.

Related posts