AFRINPOST- Lawend Mêrgo
Wergerandin: Ezdaşêr Berwar
Dûrbûna di navbera rêbenda dawî û çiyayê „Xewnan/Ehlam“ ve bi carekê ne ji rêûfermên (rêresmên) pîroz bûn, û wêne ne wêneya rêzika Jipeyatîkirinê li Babîlonê bû, valahiya ku Kombûnê distra , hemû hûrbîniyan hîn vedibêje, tenê baxçeyên henarên „Kurzêlê“ bînerê dîmenên Rengçûyîna dabor bû.
Şeş Keçe-jinên bi jiyayên (temen) cudacuda , tenê werîsekê bizor girêdayî di navtengên wan ve, ew pev girêdidan, weke ku di maldanka Biserhatiyê de rûniştî bin, li dor navikê bo xweparastina ji şerpezebûn û windabûnê kombûne.
Dicle di nav wan de bû û ser piştê wê Şîremêjek girêdayî bû, qîr û qîjiyan hevûdu diavêtin asîmanan li wir bi xomexome Frokecengiyan û fûzan re têkel dibûn.
piştî rêçûna heft katî, ew karwanoka giha serê çiyê, û li ber Zinarên „Kîmarê“ hevûdu vedipirsiyan û çavên wan hemiwan bere bi deşta ku zeviyên wê xemekul bûn.
Tevî ku asîman digiriyan jî, lê biasîman ketina Şîremijê wê dayîkê yê ku di çendeya Biserhatiyê hîn negihiştiye, ew dayîka ji cih vehela û bi vegirînekê daşopa, belam nekarîger e.
Şeş Keçe-jin bi tenê bûn… dema ku riya xwe berdam kirin zarok ne li piştê dayîkê bû, hîn jî Dicle di bîranîna hayjixwenebûna mirovan de difûr e.
Jipeyatîkirinê: ji mêrantîkirin
Dabor: derbas
Şîrexwerek: zarok û li ber şîr
Biserhatî: bela
#Flashback_Efrîn
#Flashback_Afrin
#فلاش_باك_عفرين