AFRINPOST- Lawend Mêrgo
16.03.2018
Wergerandin: Ezdaşêr Berwar
Qiyameta Efrînê bû, roja kombûn û hesabxwastinê (jimarxwastinê) bû, hemû rê ber bi çiyayê „Xewnan“ ve ne, mirov heya dar jî, kul li ber dilê êşekê re diçû, li rex riyê jinekê xwe dirêj kiribû.
êşezayînên dawiyê seredanê kirin, nêrîna rêbiwaran ji tirs û matmayînê (seyrê) têkel dibin, komekê ew rakirin û birin nav zeviyan, qêjîna jiyanê dîwarê mirinê qelişand, Ehlam bû.
dayîka wê qîrejiyana wê bihîst û giyana xwe radest kir, îro jî zaroka bi navê Ehlam yê ku di roja Qiyametê de bûyî 8 mihekî ye li kampa „Berxwedan“ê penaberên Efrînê li gundewarê bakurê Helebê ye
li benda Roja Vejînê ye da li ser sîngê dayîka xwe bi bêdengî bigirî…
êşezayîn: êşeka ku dema zarok ji dayîk dibe
Rêbiwar: kesên derin û tên
Qîrejiyan: giriya zorkê nû ji dayîk dibe
#Flashback_Efrîn
#Flashback_Afrin
#فلاش_باك_عفرين