Li ber dara Xurmê, ji nişkaviya êşa zayînê.. daqîrî û got xwazî miriyek bama

AFRINPOST- Lawend Mêrgo

wergerandin: Ezdaşêr Berwar

Bibore ey xwedaya mêriyama xatûn

Dema serê xwe da dîwara mirinê ya sar, ya ku bûyerine zayînê li derveyî sînorwarên zer de di xwe de heltîne, weke kolanên penagehên Filestînî ye şeqamên taxa „Mehmûdiyê“ li Efrînê, heya bi asîmanan be jî ji giraniya Biserhatiyê rûyê xwe diqelaştin, heya bi niştewarên asîmanan be jî, rûyê xwe ji wêneyên ku, ji kadiza mirovan dadihatin, werdigerandin.

Dengvedan û barîna nişkavî ya bombeyan, çerxa zeyîna pêşdem gerand, Mêrem bi tenê ye di nava bi dehan dîwaran de, lingên wê xweyîtî li ber dergehê lê nekirin di dema ku Jidayîkbûyê wê bilez daxwaza dîtina cîhana mirovan dikir, qêjînên wê hawara Windakiriyên riya çiraxan dikir.
Jidayîkbûyî, dayîk û hemû rêbiwar diqîriyan.

– Xwedêêêêêêêêê

Dengê Mêrema jirewşketî li dergehê, ku berxwedana gihîştina Jidayîbûyê xwe dikir yê ku hîna navikên wan pevgirêdayî ne.

Ew kolana têkel, ji histêrên rêbiwar û pişkên baranê yên ji xwîna Mêrem û qurbaniyên komkujiyê sorbûyî ye.
Du zilamên (mêr) ku li her çar aliyan bi çavan digeriyan da jinekê bibînin bona alîkariyê, belam tenê lorîn û dengepiyine dûr hebûn, yekî ji bêrîka xwe kêrek derxist û navik biriya, pişt re girêda û Nûbû bi miltana xwe ya şil pêça.

Nûbû û dayîk ve herdu rakirin û beziyan, bombe jî bi kîn dibariyan, heya ku ji ber çavan winda bûn.
Bibore mêriyama xatûn… Ev ne koka xurmê ye

Jirewşketî: bê hal
Jidayîkbû/Nûbû: Zarokê nû dibe
Biserhat: bela
Çirax: ronahî
Kadiz: Planêt (Erd)
Rêbiwar: kesên derin û tên
Dengepê: dengê lingan

#Flashback_Efrîn
#Flashback_Afrin
#فلاش_باك_عفرين

Related posts