Lêmişt û lehî bû egera (sebeb) birandina rê di navbera naçeyê“Reco û Cindirêsê“ û navenda Efrînê/Rojava

AFRINPOST

Roja sêşemê di encama baraneke xurt de li herêma Efrînê/Rojava ya dagîrkirî, riya çûnehatinê di navbera navenda bajarê Efrînê û navçeyê wê de, weke „Reco“ û „Cindirêsê“ hate girtin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji herêmê ragihand ku riya Efrîn-Reco nêzî Kazxaneya „Yihya El-Eyûbî“ û nêzî pira „Hesenî Mişkê“ li xaçeriya gundê „ên Hecerê“ hatine girtin, herwisa riya Efrîn-Cindirêsê jî ji ber heman sedemê hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku berî demekê dîsa di encama lehiyekê de pira di navbera gundê „Dêrbelûtê“ li navçeyê „Cindirêsê“ û bajaroka „Etmê“ ya girêdayî „Idlibê“ de helweşiya bû, lewra jî çûnehatin rawestî bûn.

Related posts