Şêniyên Efrînê ji ber pêwîstiya nexweşxaneya Avrînê ji xwînê re, xwînê didin

Ajansa Hawar
Photo Credit To ANH

Afrinpost


Li gorî ajansa Hawarê, Heyva Sor a Kurdî, şaxa Efrînê ji ber pêwîstiyên welatiyan û pêkanîna birînkariyan bêyî ku rastî ti zehmetiyan li nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê were, dest bi komkirina xwînê ji şêniyên Efrînê kir.


Koçberên Efrînê û endamên Heyva Sor a Kurdî li xala tenduristiyê ya li navçeya Ehresê ji ber pêwîstiyên welatiyan a xwînê di 9’ê Çileyê de, dest bi dayîna xwînê kirin.


Di nexweşxaneya Avrînê de ji bo pêkanîna birînkariyan ji nexweşan re kêmasiya xwînê heye. Ev destpêşxêriya dayîna xwînê di demeke ku herêma Şehbayê rastî topbaraneke rojane ya dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên girêdayî rêxistina Ixwan Misilmîn ku pirî caran sivîl birîndar dibin, tê.


Di vê çarçoveyê de hevserokê Heyva Sor a Kurd Ekrem Ereb wiha got:


Kantona Şehbayê rastî dorpêçeke mezin ji her alî ve tê, derheqê şêniyan de binpêkirin tên kirin, rojane sivîl tên topbarankirin û ji ber nebûna xwînê ji bo pêkanîna birînkariyan ji nexweşan re, rastî gelek zehmetiyan tê û wiha dewam kir:


Destpêşxêriya ku me îro dest pê kiriye, heyanî ku pêwîstiyên nexweşxaneyê ji kategoriyên xwîna pêwîst bi serî nebin, berdewam e û pêngava me dê derbasî hemû gund û navçeyên kantona Şehbayê.

Post source : ANH

Related posts